Meteorolojîyê heta 10ê Mijdarê ji bo qeşaya çandinîyê hişyarî da
- Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand hişyariya ku îro êvarê dest pê dike, tê texmînkirin ku heta roja Sêşemê 10ê Mijdarê saet 10:00ê sibehê bidome
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand hişyariya ku îro êvarê dest pê dike, tê texmînkirin ku heta roja Sêşemê 10ê Mijdarê saet 10:00ê sibehê bidome.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Meteorolojîyê diyar kir ku ji ber hewaya sar, li başûrê rojhilatê Marmarayê, Anatoliya Navîn, deverên hundir ên Behra Reş, Egeya hundir, deverên hundir û bilind ên Behra Spî û Rojhilatê Anatoliyê qeşaya çandiniyê tê texmînkirin.
Li gorî hişyariya meteorolojiya çandiniyê ya ku ji hêla Meteorolojiyê ve hatiye dayîn, ji ber girseya hewaya sar a ku tê texmînkirin tesîrê welat bike.
Li gelek herêman tê texmînkirin ku qeşaya çandiniyê çêbibe.
Hişyarî nîşan dide ku li Herêma Marmara ya Başûrrojhilat, Anatoliya Navîn, deverên hundir ên Behra Reş, Egeya Navîn, deverên hundir û bilind ên Behra Spî û Herêma Rojhilatê Anatoliyê talûkeya qeşaya çandiniyê heye.
Ji welatiyan, bi taybetî yên ku bi hilberîna çandiniyê ve mijûl dibin, hat xwestin ku baldar bin û li hember bûyerên xerab ên muhtemel tedbîran bigirin.
Hişyarî heta sibeha 10ê Mijdarê derbasdar e. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 08 Kasım 2026 08:25 · Kaynak: cinarinsesi.com