Li Dîyarbekirê di encama şewata wesayîtkê de du kes birîndar bûn
- Li navçeya Kayapinar a Dîyarbekirê, di dema tevgerê de agir bi wesayîtekê ket û 2 kes birîndar bûn
- Hewldanên vemirandina agir ji ber rijandina LPGê asteng bûn û rê ji trafîkê re hat girtin
Li navçeya Kayapinar a Dîyarbekirê, di dema tevgerê de agir bi wesayîtekê ket û 2 kes birîndar bûn. Hewldanên vemirandina agir ji ber rijandina LPGê asteng bûn û rê ji trafîkê re hat girtin.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer derdora saet 09:00an de li ser Bûlwara Laleş a navçeya Kayapinarê, li nêzîkî çarrêya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl qewimî. Wesayîta bi plaqeya 34 KJ 6479 ji ber sedemek hêj ne diyar li nîvê kolanê şewitî.
Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên tenduristiyê û îtfaîyeyê sewqî herêmê hatin kirin. Du kesên ku di şewatê de birîndar bûn bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl re hatin rakirin û niha tên dermankirin.
Her çiqas ekîbên îtfaîyeyê hewl didin agir vemirînin jî, hate hînbûn ku ji ber rijandina LPGê di wesayîtê de agir hîn bi tevahî nehatiye kontrolkirin. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 21 Kasım 2026 06:33 · Kaynak: cinarinsesi.com