Li 18 bajaran barana zêde tê texmînkirin: Talûkeya lehîyê heye
- Meteorolojiyê ji ber baran û bahozên zêde yên ku tê texmînkirin ji bo 18 bajaran hişyariya zer da
- Ji bo 9 navçeyên Muxlayê hişyariya porteqalî hat dayîn
Meteorolojiyê ji ber baran û bahozên zêde yên ku tê texmînkirin ji bo 18 bajaran hişyariya zer da. Ji bo 9 navçeyên Muxlayê hişyariya porteqalî hat dayîn.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Ji ber barana zêde ya ku tê texmînkirin tesîrê li seranserê Tirkîyeyê bike, hişyariya meteorolojiyê hat dayîn. Tê pêşbînîkirin ku baran li herêmên Ege û Behra Spî û her wiha li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zêde bibe.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji welatiyan xwest ku li hember lehîyên ji nişka ve, lehîyên avê û astengiyên gengaz ên veguhastinê baldar bin.
Li gor nirxandinên meteorolojiyê li Xarpêt, Dêrsim, Çewlig, Entab, Riha, Dîyarbekir, Mêrdîn û Êlihê, li rojhilatê Mereş û başûrê Meletîyê jî baraneke gur bibare.
Li bajara Semsûrê, her wiha li bakurê Rihayê û beşên bakur û rojavayê Dîyarbekirê baraneke giran tê texmînkirin.
Bajarên ku Meteorolojiyê ji bo wan hişyariya koda zer daye ev in:
Semsûr, Aydin, Burdur, Dîyarbekir, Entab, Mêrsîn, Meletî, Mêrdîn, Dêrsim, Êlih, Entelya, Çewlig, Denîzlî, Xarpêt, Isparta, Îzmîr, Mereş û Riha. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 28 Ekim 2026 07:26 · Kaynak: cinarinsesi.com