Li Afyonê êrîşên çekdarî: 8 mirî, 1 giran birîndar
- Walîtiya Afyonkarahîsarê ragihand ku di êrîşên çekdarî yên li bajêr de 8 kes mirine û kesek jî bi giranî birîndar bûye
- Wan diyar kir ku pêvajoya dadwerî ya der barê bûyerê de bi baldarî tê meşandin
Walîtiya Afyonkarahîsarê ragihand ku di êrîşên çekdarî yên li bajêr de 8 kes mirine û kesek jî bi giranî birîndar bûye. Wan diyar kir ku pêvajoya dadwerî ya der barê bûyerê de bi baldarî tê meşandin.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Walîtiya Afyonkarahîsarê derbarê êrîşên çekdarî yên li bajêr de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de 8 kes mirine û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku saziyên peywendîdar ji destpêkê ve bi hev re dixebitin da ku hemû aliyên bûyerê ronî bikin û pêvajoyek bê pirsgirêk bi rê ve bibin û hat gotin ku pêvajoya dadwerî di bin hevrêziya Serdozgeriya Komarê ya Afyonkarahîsarê de tê meşandin.
Walîtiyê daxuyaniyek weşand û ji malbat û hezkiriyên kesên ku canê xwe ji dest dane re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifaya bilez xwest. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 06 Kasım 2026 06:10 · Kaynak: cinarinsesi.com