Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Wezîfeya me ew e ku di xizmetê de cudahîyê nekin
- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêya Duşerîdî ya Şêxan-Baadrê bi merasîmekê vekir
- Barzanî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku digel hemû astengiyan jî xebatên avakirin û geşepêdana Kurdistanê ew ê berdewam bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêya Duşerîdî ya Şêxan-Baadrê bi merasîmekê vekir. Barzanî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku digel hemû astengiyan jî xebatên avakirin û geşepêdana Kurdistanê ew ê berdewam bikin.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Barzanî spasiya kompanyaya ku proje qedandiye kir û wiha got: "Îro em ji bo vekirina vê projeya girîng li vir in. Hêvî dikim ku her kes bi awayê herî baş ji vê projeyê sûd werbigire.
Em spasiya kompanyaya'North Light' dikin ku proje temam kiriye. Bi taybetî ji ber ku proje berî dema diyarkirî qedandin û xistin xizmeta welatiyên me, wan pîroz dikim."
Mesrûr Barzanî bal kişand ser daxwaza xizmetguzariyê ya hikûmetê û got: "Bêyî cihêkarî xizmetkirina hemû welatiyên me wezîfeya ewil ya hikûmeta me ye. Cihê şanaziyê ye ku em dibînin Kurdistana me roj bi roj ava dibe û projeyên nû dixwin xizmeta gelê me." Barzanî her wiha da zanîn ku ligel vê projeyê, rêyên nû yên ku gundik û gundan bi hev ve girêdidin jî hatine temamkirin û ji bo xizmeta gel hatine vekirin.
Ji bo parastina ewlehiya canî jî Barzanî bang li şofêr û şîniyên herêmê kir û got: "Em ji xelkê herêmê û welatiyên me rica dikin ku dema ji vê rêyê sûd werdigirin, bi hûrgilî pabendî qural û qaîdeyên trafîkê bibin; hem ewlehiya xwe û hem jî ewlehiya kesên din biparêzin."
Barzanî di dawiya axaftina xwe de spasiya hemû ekîbên teknîkî û endazyaran kir û got: "Spas ji bo her kesê ku şev û roj ked daye. Înşallah Kurdistana me ew ê roj bi roj bêtir ava û berfireh bibe."
Bi vê projeyê re tê armanc kirin ku çûnûhatina herêmê hêsantir bibe û ewlehiya rêyan di asteke bilind de bê dabînkirin. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 28 Ekim 2026 07:26 · Kaynak: cinarinsesi.com