Habermetrik
← Ana Sayfa
20 Kasım 2026 08:59
✍ Editör: Habermetrik · Editör Politikası

Xwedîdozvanekî dinê jî rehmet kir

Xwedîdozvanekî dinê jî rehmet kir
Görsel kaynağı: cinarinsesi.com
⏱️ 3 dk okuma 🛡️ %85 Doğruluk · 1 Kaynak
WhatsApp Paylaş
⚡ 30 Saniyede Özet Habermetrik Yapay Zeka Özeti
  • Xwedîdozvan Sabahatîn Alkanê ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî di encama darizandina 28ê Sibatê de mecbûr ma ku çû hîcretê rehmet kir
  • Alkan jiyanek dirêj a zindanê kişand û dûre jî salên wî yên muhacirî dest pê kir û herî dawîn jî xeberek êş û elem hat

Xwedîdozvan Sabahatîn Alkanê ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî di encama darizandina 28ê Sibatê de mecbûr ma ku çû hîcretê rehmet kir. Alkan jiyanek dirêj a zindanê kişand û dûre jî salên wî yên muhacirî dest pê kir û herî dawîn jî xeberek êş û elem hat.

Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Ji Sabahattîn Alkanê ku di salên 1990îyan de li Dîyarbekirê xebatên xwe yên Îslamê dikir û ji ber vê xebata xwe dûçarê zext û zordarîya ku di pêvajoya 28ê Sibatê de dihat kirin bû û ket zindanê û dûre jî jiyanek muhacirî jiya, niha jî xeberek bi êş hat.

Alkanê ku bi xwedîdozvanî, rastî, teslîmîyetî, bisebr û şexsîyetekî biryardar dihat naskirin, bi derbaskirina krîza dil wefat kir.

Cenazeyê Sabahattîn Alkan, ji alîyê xizm û hevaldozên wî ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Alkan li goristana Yenîkoyê ya Dîyarbekirê hat şûştin û li wê derê nimêja wî ya cenazeyê hat kirin.

Dûre jî cenazeyê Alkan ji li wê derê hat girtin û gundê Qerekîlîs a ku li wê derê jidayîkbûbû hat definkirin.

Merhûm Alkan, di sala 1970î de li gundê Qerekîlîs a Dîyarbekirê jidayîk bû.

Alkan di emrê xwe yê ciwanî de bi doza Îslamê re xwe nas kir û ji Îslamê re gelek xizmetan kir. Di çarçoveya zor û zehmetîya ku di pêvajoya 28ê Sibatê de li dijî nasnameya Îslamî dihat kirin de di sala 1997an de li dijî wî jî dozek hatibû vekirin û ji ber vê dozê di sala 2000an de ket zindanê.

Alkan heta sala 2011an li girtîgehên ji tîpa Fyê ya Kandira û Eskîşehîrê ma, û di çarçoveya Maddeya 102yemîn a CMKyê di sala 2011an de hat tehlîyekirin.

Sabahattîn Alkan di demek pir kin de derheqê wî de dîsa biryara qefaltinê hat derxistin û vê carê jî jiyanek muhacirî dest pê kir û hîcret kir. Ew bû 15 sal e li hîcretî bû û niha jî xebera Wî ya wefatê hat, ji ber vê xeberê xizmên wî û hevaldozên wî gelek xemgîn bûn.

Sabahattîn Alkan zewicandîbû û 3 jê qîz 2 jê kur tev de 5 zarokên wî hebûn. Tezîyeya Sabahattîn Alkan li mala şînê ya Orhan Ayaz a ku li navçeya Kayapinarê ya Dîyarbekirê re hat danîn. (ÎLKHA)

💬 Habere Tepkinizi Belirtin:
Habermetrik WhatsApp Kanalına Katılın

Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.

Kanalı Takip Et →
Kaynaklar: cinarinsesi.com
Haber metni ve görseller cinarinsesi.com sitesine aittir; tam içerik kaynak sitede yayınlanır.
Haber Künyesi
Kategori: Genel
Yayın: 20 Kasım 2026 08:59 · Kaynak: cinarinsesi.com
Kaynağı Oku ↗