Li Rihayê qeza: 1 mirî, 1 birîndar
- Li navçeya Serê Kanîyê ya Rihayê, di qezayeke trafîkê de qamyonetek li traktorekê qelibî, di encama qezayê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
Li navçeya Serê Kanîyê ya Rihayê, di qezayeke trafîkê de qamyonetek li traktorekê qelibî, di encama qezayê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Qeza, di saetên êvarê de li cihê Karataşê li ser rêya Akçakale-Serê Kanîyê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, traktora bi plaqeya 63 ACK 834 ku ji hêla H.Y. (44) ve dihat ajotin, ji pişt ve ji hêla qamyona bi plaqeya 47 AEA 577 ku ji hêla A.Ç. (53) ve dihat ajotin ve hatiye lêdan. Ji ber lêdanê, traktor ji kontrolê derket û wergeriya nav xendekê.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyan hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku şofêrê traktorê H.Y. canê xwe ji dest daye.
Şofêrê qamyonê A.Ç. ku di qezayê de birîndar bûbû, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Kanîyê.
Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 05 Kasım 2026 15:30 · Kaynak: cinarinsesi.com