Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan bi hev re civîyan
- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya COP31 a li Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtinek pêk anî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya COP31 a li Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtinek pêk anî.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şeva borî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya. Di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.
Li gorî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevkarî û diyalogê di warên cuda de kirin; her wiha pêwîstiya berdewamkirina hevahengiyê ji bo xurtkirina aştî, ewlehî û aramiya li herêmê piştrast kirin.
Di hevdîtinê de her wiha li ser çend mijarên din ên hevbeş ên ku her du aliyan eleqedar dikin, danûstandina ramanan hat kirin. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 13 Kasım 2026 16:49 · Kaynak: cinarinsesi.com