Li Deşta Erxeniyê 11 gund li benda ava avdanê ne: Qenal heye, av tune ye
- Li navçeya Erxeniyê ya Diyarbekirê, cotkaran diyar kir ku ji qanala avdanê ya sereke ku di sala 2012an de hat çêkirin re ji 11 gundan re av naye dan û banga çareseriyê kirin
Li navçeya Erxeniyê ya Diyarbekirê, cotkaran diyar kir ku ji qanala avdanê ya sereke ku di sala 2012an de hat çêkirin re ji 11 gundan re av naye dan û banga çareseriyê kirin. Haberler 'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li navçeya Erxeniyê ya Diyarbekirê, qanala avdanê ya 35 kîlometreyî ku di sala 2012an de ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSİ) ve hat çêkirin, bi hinceta ku av tune ye ji 11 gundan re xizmetê nade.
Cotkarên ku diyar dikin nêzî 200 bin dekar eraziyê çandiniyê ji ava avdanê bêpar hatine hiştin, tekez kirin ku heke ji van 11 gundan re av bê berdan, bi qezenckirina cotkaran re wê tevkariyeke girîng bikeve aboriya welat jî. Li navçeya Erxeniyê qanala ku avê bi dînamoyan ji Bendava Dîcleyê digire, tê gundê Bereketliyê.
Li gorî îddîayan qanal, bi hinceta kêmbûna avê piştî gundê Bereketliyê bi kovana axê hat girtin; bi vê re gund û mezrayên Akcemir, Azapali, Buzluca (Boç), Elavuz, Gözlü (Gozli), Han, Kabasakal (Qeweseqel), Kertil, Köprü (Qotê Pîrî), Kubik, Kündür, Taban (Qode) û Tilki bêav hatin hiştin. Tevlî serlêdanên ku niştecihên gundan gelek caran kirine jî mexdûriyeta behsa wê tê kirin berdewam dike.
"Ji ber ku qanal di nav eraziyên me re derbas bû zeviyên me hatin îstîmlaqkirin , lê av nehat dan" Cuma Kahraman ku yek ji niştecihên gundî ye û mexdûriyeta ku dijîn anî ziman, wiha got: "Qanal nêzî 14 sal berê ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSİ) ve hat çêkirin. Ji ber ku kanal di nav eraziyên me re derbas bû, zeviyên me hatin îstîmlaqkirin.
Lê belê tevlî ku 14 sal di ser re derbas bûne jî ji gundên jor re av tê dan, ji gundên me yên jêr re nayê dan. Em 14 sal in bêaviyê dikişînin. Em gelek caran çûn DSİyê û me serlêdan kir. Me got 'Avê bidin me jî'. Her carê 'Av tune ye, ziwatî heye, em nikarin ji Dîcleyê avê bigirin' gotin û hincet hilberandin.
Dîsa jî îsal av gelek bû, lê dîsa ji me re av nehat daan.". Kahraman bi bîr xist ku heke ava qanalan ji mahaleyên din re bê dan wê faaliyêtên çandiniyê zêde bibin û îşaret bi van tiştan kir: "Îro qanal heye lê zeviyên me bêav in.
Gava av tune be em nikarin hilberînê bikin. Heke avdan bihata kirin, di pey berhema yekem re me wê berhema duyem jî biçanda. Niha em neçar dimînin ku li keleka qanalê çandiniya bêav bikin. Ev yek ne tenê zirara cotkar e, di heman demê de windahiya dewletê ye jî.
Li seranserê xeta kanalê ya nêzî 30-40 kîlometreyî gelek gund bêav tên hiştin. Di demekê de ku ji gundên cîran re av tê dan, ji me re nayê dan." "Nêzî 200-300 hezar dönüm eraziyê çandiniyê ji ava avdanê bêpar dimîne" Kahraman axaftina xwe wiha da domandin: "Di vê deştê de bi dehan gund hene.
Gava em difikirin ku eraziyê her gundî 8-9 hezar dönüm e, nêzî 200-300 hezar dönüm eraziyê çandiniyê ji ava avdanê bêpar dimîne. Nêzîkî nîvê Deşta Erxeniyê bêav e. Tekane daxwaza me ew e ku ji vê qanala ku di nav eraziyên me re derbas dibe ji gundên me re jî av bê dan." Kahraman bi navkirina hiştina vê qanalê ya dûrî armanca wê wekî "zirara giştî/kamuyê", van tiştan anî ziman: "Çêkirina vê qanalê dan mûtahîdan, bi mehan ajot.
Ew qas masraf, çîmento, qum, amûr û amrazên ku hatin xebitandin… hemû vala çûn. Mirov gava ku karekî dike divê beramberiya wê bigire. Heke hatin neyê bi dest xistin gelo ev masraf ji bo çi hat kirin. Kesên ku ji vir bi qezenc derketin mûtahîd bûn." "Daxwaza me ew e ku ev 11 gund jî tevlî pergal/sîstema avdanê bibin" Ramazan İnat tekez kir ku tekane daxwaza wan sûdwergirtina ji ava qanalan e û van îfadeyan bi kar anî: "Ev qanala avdanê ya sereke di sala 2012an de ji aliyê Karên Avê yên Dewletê ve hat çêkirin.
Niha em li Deşta Bereketliyê ne. Kanal, di serî de Bereketli, di nav eraziyê 11 gundan re derbas dibe û xeteke sereke ya nêzî 35 kîlometreyî pêk tîne. Lê belê ji sala 2012an û vir ve ji van 11 gundan re ava avdanê nehatibû dan.
Av tenê heta Bereketliyê hatherikandin, ji mahaleyên piştî wê re qet nehat gihandin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku ev 11 gund jî tevlî pergal/sîstema avdanê bibin. Heke wiha bibe hem cotkar dê qezenc bike hem jî tevkariyeke girîng dê bikeve aboriya welat."
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Tarım · Bölge: Diyarbakır/Çınar
Yayın: 13 Eylül 2026 07:12 · Kaynak: cinarinsesi.com