Habermetrik
← Ana Sayfa
04 Kasım 2026 08:51 · Güncelleme 08:55
✍ Editör: Habermetrik · Editör Politikası

Li Nisêbînê wesayîtek li karkeran qelibî: 1 mirî, 2 birîndar

Li Nisêbînê wesayîtek li karkeran qelibî: 1 mirî, 2 birîndar
Görsel kaynağı: cinarinsesi.com
⏱️ 1 dk okuma 🛡️ %85 Doğruluk · 2 Kaynak
WhatsApp Paylaş
⚡ 30 Saniyede Özet Habermetrik Yapay Zeka Özeti
  • Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji ber ku wesayîtek pêşî li qamyonekê û dû re jî li karkerên di dema çêkirina rê de dixebitîn qelibî, di encamê de kesek mir û du kes birîndar bûn

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji ber ku wesayîtek pêşî li qamyonekê û dû re jî li karkerên di dema çêkirina rê de dixebitîn qelibî, di encamê de kesek mir û du kes birîndar bûn.

Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Qeza, di saetên êvarê de li taxa Akçatarla ya navçeyê qewimî.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîtek ku navê şofêr û plaqeya wê hêj nayê zanîn, li qamyoneteke karkerên çêkirina rê qelibî. Piştre wesayît ji rê derket û li karkeran qelibî.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin şandin.

Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku karkerek miriye. Karkerê birîndar û şofêrê wesayîtê piştî wergirtina alîkariya tenduristî ya destpêkê ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Piştî prosedurên pêwîst, cenazeyê karker ji bo otopsîyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Tê ragihandin ku rewşa şofêrê wesayîtê giran e, û derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

💬 Habere Tepkinizi Belirtin:
Habermetrik WhatsApp Kanalına Katılın

Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.

Kanalı Takip Et →
Kaynaklar: cinarinsesi.com
Haber metni ve görseller cinarinsesi.com sitesine aittir; tam içerik kaynak sitede yayınlanır.
Haber Künyesi
Kategori: Genel
Yayın: 04 Kasım 2026 08:51 · Kaynak: cinarinsesi.com
Kaynağı Oku ↗