Meteorolojîyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde da
- Midûriyeta Giştî ya Meteorolojîyê ragihand ku ji sibeha Înê pê ve li 14 bajarên rojhilatê Behra Spî, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û deverên derdorê barana herêmî ya giran tê texmînkirin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojîyê ragihand ku ji sibeha Înê pê ve li 14 bajarên rojhilatê Behra Spî, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û deverên derdorê barana herêmî ya giran tê texmînkirin. Li hinek herêman baran ew ê bi şiklê şilp û berfê bibare.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li gor hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê sibe ji saet 09.00an pê va li Hetay, Entab, Kilis, Semsûr, Riha, Dîyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Çewlig, Bedlîs û Colemêrgê ji saet 09.00an pê va baraneke heremî gur bibare.
Her wiha li navçeyên başûrê Meletîyê û navçeyên rojavayê Mûşê jî barana herêmî ya zêde tê pêşbînîkirin.
Li herêmên rojhilat tê texmînkirin ku berf bibare
Bi gelemperî tê texmînkirin ku baran bi şêweyê baran û bahozên gurr bibare, û her ku germahî li rojhilatê herêmê dadikeve, tê pêşbînîkirin ku li deverên rojhilatê Şirnexê û derdora Colemêrgê bibe şilp û berf.
Tê texmînkirin ku baran roja Înê bi şev li rojavayê herêmê kêm bibe, lê li rojhilat heta êvara Şemiyê, 7ê Mijdarê berdewam bike.
Hişyarî li ser metirsiya lehiyê û erdhejê
Meteorolojiyê hişyarî da ku barana zêde dikare bibe sedema lehiyê, lehiyên ji nişka ve, birûsk, erdhildan, teyrokên piçûk ên herêmî û astengiyên veguhastinê, û ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst bigirin.
Tê texmînkirin ku hişyarî di 6ê Mijdarê saet 09:00an de dest pê bike û di 7ê Mijdarê saet 19:00an de bi dawî bibe. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 05 Kasım 2026 15:29 · Kaynak: cinarinsesi.com