Habermetrik
← Ana Sayfa
31 Ekim 2026 13:27 · Güncelleme 13:29
✍ Editör: Habermetrik · Editör Politikası

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 594 kesan

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 594 kesan
Görsel kaynağı: cinarinsesi.com
⏱️ 2 dk okuma 🛡️ %85 Doğruluk · 2 Kaynak
WhatsApp Paylaş
⚡ 30 Saniyede Özet Habermetrik Yapay Zeka Özeti
  • Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an
  • Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan

Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan.

Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, nexweşxaneyên li Xezzeyê di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar wergirtine.

Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 74.594an, û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.834an.

Ji dema ku agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de dest pê kir, hejmara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 1580î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5711î. Di heman heyamê de, cenazeyên 845 kesan ji bin xirbeyan hatin derxistin.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku gelek kes hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in, lê ekîbên ambûlans û parastina sivîl nekarîne bigihîjin wan.

Ji aliyê din ve, piştî temamkirina agahiyên nasname û qeydkirina şehîdan, 18 kesên din li hejmara giştî ya şehîdan zêde bûn. Hate diyarkirin ku ev qeyd ji aliyê komîsyona berpirsiyar a qeydkirina şehîdan ve hatine pejirandin û nûvekirina dawî di 24ê Cotmehê de hatiye kirin. (ÎLKHA)

💬 Habere Tepkinizi Belirtin:
Habermetrik WhatsApp Kanalına Katılın

Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.

Kanalı Takip Et →
Kaynaklar: cinarinsesi.com
Haber metni ve görseller cinarinsesi.com sitesine aittir; tam içerik kaynak sitede yayınlanır.
Haber Künyesi
Kategori: Genel
Yayın: 31 Ekim 2026 13:27 · Kaynak: cinarinsesi.com
Kaynağı Oku ↗