Ji bo destpêkirina xebatên Parlamentoya Kurdistanê bang li partîyan hat kirin
- Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Vala Ferîd ragihand ku ji bo temamkirina prosedurên rûniştina yekem a xula 6an a parlamentoyê, ew ê bang li hemû parlamenteran bikin ku bicivin
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Vala Ferîd ragihand ku ji bo temamkirina prosedurên rûniştina yekem a xula 6an a parlamentoyê, ew ê bang li hemû parlamenteran bikin ku bicivin.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li hemberî vê gava PDKê, ji aliyê aliyên sîyasî yên din ve bertekên cûda hatin nîşadan, bertekên ku hatin nîşandan wiha ne:
Fraksiyona YNKê: Diyar kir ku agahiyên wan ji vê hewldanê nîne û heta niha biryara beşdarbûna civînê nedane.
Tevgera Helwîst: Serokê Tevgera Helwîstê Elî Heme Salih ragihand ku ew nabin parçeyek ji nakokiyên navbera PDK û YNKê û wekî muxalefet beşdarî tu dengdanan nabin. Salih her weha anî ziman ku bêyî çalakkirina desteya serokatiya parlamentoyê, tu pêvajoyên din nayên meşandin.
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê: Serokê Fraksiyonê Mustafa Abdullah diyar kir ku ji bo lidarxistina rûniştina parlamentoyê divê endamê herî bitemen (temenmezin) bangewaziyê bike û da zanîn ku dema banga fermî hat kirin, ew ê biryara xwe bidin. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 03 Kasım 2026 14:07 · Kaynak: cinarinsesi.com