Li Entabê mînîbûsek ket nav gelî: 15 birîndar
- Mînîbûseke rêwîyan li ser rêya Entab-Semsûrê ji ber baranê ji kontrolê derket û kete nav gelî, di encamê de şofêr jî di nav de 15 kes birîndar bûn
- Hat ragihandin ku rewşa çar birîndaran giran e
Mînîbûseke rêwîyan li ser rêya Entab-Semsûrê ji ber baranê ji kontrolê derket û kete nav gelî, di encamê de şofêr jî di nav de 15 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa çar birîndaran giran e.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li navçeya Cîngîfe ya Entabê, di qezaya trafîkê de mînîbûsek rêwîyan kete çem.
Mînîbûsa bi plaqeya 02 D 0099 ku ji aliyê A.S. ve dihat ajotin û ji Semsûrê ber bi Entabê ve diçû, li herêma Karadagliyê ji ber barana zêde kontrola xwe winda kir û wergeriya.
Piştî ku mirovên qezayê dîtin xeberê şandin, ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de bi tevî şofêr 15 kes birîndar bûn.
Piştî tedawîya ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Hate ragihandin ku rewşa çar birîndaran giran e.
Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.
Kategori: Genel
Yayın: 02 Kasım 2026 10:06 · Kaynak: cinarinsesi.com