Habermetrik
← Ana Sayfa
07 Kasım 2026 07:37 · Güncelleme 07:43
✍ Editör: Habermetrik · Editör Politikası

Li Herêma Kurdistanê krîza sîyasî kûrtir dibe: YNK ji hikûmetê vekişîya

Li Herêma Kurdistanê krîza sîyasî kûrtir dibe: YNK ji hikûmetê vekişîya
Görsel kaynağı: cinarinsesi.com
⏱️ 2 dk okuma 🛡️ %85 Doğruluk · 2 Kaynak
WhatsApp Paylaş
⚡ 30 Saniyede Özet Habermetrik Yapay Zeka Özeti
  • Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku ew wekî YNKyê rûniştina Parlamentoya Kurdistanê nas nakin û ji hikûmetê vedikişin

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku ew wekî YNKyê rûniştina Parlamentoya Kurdistanê nas nakin û ji hikûmetê vedikişin.

Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, piştî civîna Encumena Serkirdayetiya YNKyê ya li Silêmaniyê, li ser çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da.

Li gorî agahiyan piştî biryara vekişînê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û ekîba YNKyê ya di hikûmetê de ew ê ofîsên xwe yên li Hewlêrê biterikînin û vegerin Silêmanîyê.

Bafil Talebanî li ser avakirina hikûmetê weha got, “Her carê ku bipêşketinek çêbûbe, hatiye têkdan. Serkirdayetiya partiyê desthilat daye min ku ez biryaran bidim. Ji vê kêliyê ve em ji vê hikûmetê vedikişin. Em ji bona ku çi ji bo xelkê herêma me pêwîst be em ji wan re bikin ew ê hemû hêza xwe bi kar bînin."

Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî nêzîkî du salan cara yekem civiya û serok û alîkarê serokê parlementoyê hilbijartin.

Lê belê, YNK û Tevgera Nifşê Nû beşdarî rûniştinê nebûn. Boykotkirina YNK û piştre ragihandina vekişîna ji hikûmetê, dubendiya sîyasî ya di navbera PDK û YNKê de li Herêma Kurdistanê dîsa anî rojevê.

Daxuyaniyên Bafel Talabanî nîşan didin ku nakokiya di navbera her du partîyên mezin ên Kurd de li ser sazî û karmendên îdarî yên hikûmeta herêmê dikare hîn kûrtir bibe. (ÎLKHA)

💬 Habere Tepkinizi Belirtin:
Habermetrik WhatsApp Kanalına Katılın

Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.

Kanalı Takip Et →
Kaynaklar: cinarinsesi.com
Haber metni ve görseller cinarinsesi.com sitesine aittir; tam içerik kaynak sitede yayınlanır.
Haber Künyesi
Kategori: Genel
Yayın: 07 Kasım 2026 07:37 · Kaynak: cinarinsesi.com
Kaynağı Oku ↗