Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.540î
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bûne sedema şehîdbûna 74 hezar û 540 Filistîniyan û birîndarbûna 175 hezar û 678 kesên din.
Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de, 10 şehîd û 62 birîndar bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin. Hejmara şehîdan ji dema destpêkirina agirbestê ve gihîştiye 1547 kesan.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê, di 24 saetên dawî de cenazeyên 10 Filistîniyan anîne nexweşxaneyan.
Hate diyarkirin ku yek ji şehîdan ji bin xirbeyan hatiye derxistin, 62 kesên birîndar jî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.
Bi vî awayî, ji destpêka êrîşan di 7ê Cotmeha 2023an de li Xezzeyê hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 540î û jimara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 678an. (ÎLKHA)
Kategori: Genel
Yayın: 25 Ekim 2026 21:23 · Kaynak: cinarinsesi.com