Habermetrik
← Ana Sayfa
27 Ekim 2026 09:20 · Güncelleme 09:35
✍ Editör: Habermetrik · Editör Politikası

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî: Serokwezîr ji rayedaran xwest ku bila derîyên we ji gel re vekirî be

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî: Serokwezîr ji rayedaran xwest ku bila derîyên we ji gel re vekirî be
Görsel kaynağı: cinarinsesi.com
⏱️ 2 dk okuma 🛡️ %85 Doğruluk · 2 Kaynak
WhatsApp Paylaş
⚡ 30 Saniyede Özet Habermetrik Yapay Zeka Özeti
  • Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û lijneya pê re di civîna xwe ya li Bexdayê de li ser temînkirina sotemeniyê ji bo bazara navxweyî û ewlehîya zevîyên petrolê li hev kirine

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û lijneya pê re di civîna xwe ya li Bexdayê de li ser temînkirina sotemeniyê ji bo bazara navxweyî û ewlehîya zevîyên petrolê li hev kirine.

Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeya hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo çend sernavan hevdîtinek li dar xistin.

Hat îfadekirin ku di hevdîtinê de li ser meseleyên lazimatîya sotemenîyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo gelê herêmê temînkirina sotemenîya malê û ewlehîya sehayên petrolê hatine sekinandin.

Ji teref Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ve jî derheqê hevdîtinê de agahî hat dayîn û hat îfadekirin ku maddeya herî girîng û ya ku li ser zêde zêde hatîye sekinandin meseleya petrolê bûye.

Hewramanî, ragihand ku di hevdîtinê de bal li ser temînkirina ji teref hikûmeta federal ve lazimatîya sotemenîya herêmê hatîye kişandin, di meseleya sotemenîya ku ew ê di nav malan de jî werin bikaranîtin de jî bireveberîya Bexdayê bi sekineke erênî sekinîye.

Pêşewa Hewramanî destnîşan kir maddeya dinê ya herî girîng jî parastina sehayên petrolê bûye û ji bo ti pirsgirêkek dernekeve jî li ser garantî dayîna ewlehîyeke tam û saxlem li hev hatîye kirin.

Hewramanî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li herêma Badînanê bi gel re hatîye cem hev û ji hemî rayedarên îdarî re jî weha gotîye, “Her çiqas daxwazîya we ya pêşvebirina xizmetê mezin be jî, yê me ji yê we zêdetir e. Her daîm bi gel re di nav hev de bin û derîyê xwe bi ji bo gel vekirî bihêlin.” (ÎLKHA)

💬 Habere Tepkinizi Belirtin:
Habermetrik WhatsApp Kanalına Katılın

Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.

Kanalı Takip Et →
Kaynaklar: cinarinsesi.com
Haber metni ve görseller cinarinsesi.com sitesine aittir; tam içerik kaynak sitede yayınlanır.
Haber Künyesi
Kategori: Genel
Yayın: 27 Ekim 2026 09:20 · Kaynak: cinarinsesi.com
Kaynağı Oku ↗