Habermetrik
← Ana Sayfa
01 Kasım 2026 07:54 · Güncelleme 07:57
✍ Editör: Habermetrik · Editör Politikası

Li Sûrîyeyê lehî: 4 jê zaork 5 mirî

Li Sûrîyeyê lehî: 4 jê zaork 5 mirî
Görsel kaynağı: cinarinsesi.com
⏱️ 1 dk okuma 🛡️ %85 Doğruluk · 2 Kaynak
WhatsApp Paylaş
⚡ 30 Saniyede Özet Habermetrik Yapay Zeka Özeti
  • Baran û lehîyên dijwar ên ku tesîrî bajarên cuda yên Sûrîyeyê kirin, bûn sedema mirina mirovan
  • Wezareta Rewşên Awarte û Bersivdayîna Karesatan a Sûrîyeyê ragihand ku herî kêm 5 kes ku di nav de 4 zarok bûn, di lehîyê de mirine û 5 kesên din jî winda ne

Baran û lehîyên dijwar ên ku tesîrî bajarên cuda yên Sûrîyeyê kirin, bûn sedema mirina mirovan. Wezareta Rewşên Awarte û Bersivdayîna Karesatan a Sûrîyeyê ragihand ku herî kêm 5 kes ku di nav de 4 zarok bûn, di lehîyê de mirine û 5 kesên din jî winda ne.

Haberler'de takip edin ✰ işaretine basmayı unutmayın Li gorî daxuyaniyekê ku Wezareta Rewşa Awarte û Karesatan a Sûrîyeyê li ser platforma medyaya civakî weşandiye, çar ji kesên ku di lehiyê de canê xwe ji dest dane zarok bûn.

Li gorî raporê, qurbanî li deverên gundewarî yên bajarên Reqa û Dêra Zorê çêbûne.

Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo 5 kesên ku li bajarên Reqa, Dêra Zor û Helebê winda bûne berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 25 kesên ku li Reqa, Dêra Zor û Humsê di nav lehiyê de asê mabûn, sax hatine rizgarkirin.

Wezareta Rewşên Awarte ya Sûrîyeyê ji destpêka hefteyê ve li ser îhtîmala barana zêde li Heleb, Dêra Zorê û deverên rojavayê welat hişyarî dabû. (ÎLKHA)

💬 Habere Tepkinizi Belirtin:
Habermetrik WhatsApp Kanalına Katılın

Günde en fazla 3 kritik gelişme. Bildirim kirliliği yok, anında bilgi.

Kanalı Takip Et →
Kaynaklar: cinarinsesi.com
Haber metni ve görseller cinarinsesi.com sitesine aittir; tam içerik kaynak sitede yayınlanır.
Haber Künyesi
Kategori: Genel
Yayın: 01 Kasım 2026 07:54 · Kaynak: cinarinsesi.com
Kaynağı Oku ↗